Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Tirkîye Planên bo Peymana bi Pakistan û Erebistana Siûdîyê re Amade Dike

Дата публикации: 13-08-2026 12:13:03

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê îro Pêncşemê ragihand ku Tirkîye, Erebistana Siûdî û Pakistan dê wezîrên payebilind kom bikin, rahênanên leşkerî yên hevbeş bikin û hevkarîya pîşesazîya berevanîyê kûrtir bikin, li gor peymaneke leşkerî ku hefteya borî di navbera wan hêzên herêmî de hate îmzekirin.
Sê hevalbendên Amerîka yên Misilmanên Sunnî, ji ber girjîyên herêmî di encama êrîşên mûşekî yên Îranê li ser hinardekarên petrola Kendavê, di 7'ê Tebaxê de Peymana Berevanîya Hevbeş a Mekayê îmze kir.
Li gor peymanê, her êrîşeke çekdarî li dijî endamekî dê wekî êrîşekê li ser hemûyan were hesibandin, mîna xala parastinê ya 5’an a NATO'yê.
Li Enqerê, wezareta berevanîyê got ku armanca bingehîn a peymanê ew e ku têkilîyên berevanî û leşkerî li ser bingeheke dezgehîn û domdartir" werin danîn.
Wezaretê got, "Li gor peymanê, mekanîzmên siyasî û leşkerî yên stratejîk ên ku Wezîrên Berevanîyê, Wezîrên Derve û Serokerkanên Giştî, têne plankirin ku werin damezrandin, û ku hevrêzîya di navbera hersê welatan de dê di asta herî bilind de were kirin."
Wê anî ziman ku ji bilî hevkarîya kûrtir a pîşesazîya berevanîyê, rahênanên leşkerî yên hevbeş ên ku hêzên bejahî, deryayî û esmanî, û herweha berevanîya esmanî û sîstemên dronan tê de beşdar dibin, hatine plankirin.
Tirkîyê, ku xwedîya duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê ye, got ku peymana bi Pakistana xwedî çekên navokî û hinardekara sereke ya petrolê Erebistana Siûdî re ji bo berfirehkirinê vekirî ye, di nav de jî Misir, wekî namzeteke pêkan
Wezaretê herwiha got ku Tirkîyê beşdarî civînên li Cideyê dibe ku armanca wê ew e ku hevpeymanîyeke navneteweyî ji bo parastina keştîvanîya Deryaya Sor ava bikin.

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Bandora Cezayên Amerîka yên Dijî Îranê li ser Aborîya Îraqê 03.8420-08-2026
2Raport: Tevî Bidawîbûna Dema Borîya Ceyhan, Petrola Îraqê Ber bi Tirkîyê ve Diherike06.2230-07-2026
3NATO: Em Amade ne li Hember Gefên Îranê Hemû Welatên Endam Biparêzin06.419-08-2026
4Çima Herêma Kurdistanê Armanca Berdewam a Êrîşên Îranê ye?05.7817-08-2026
5Tirkîyê Tevlî Hevpeymanîya Berevanîya Hevbeş a Siûdî û Pakistanê Dibe 07.4307-08-2026
6Mesrûr Barzanî Êrîşa Îranê ya Ser Ofîsa Wî Şermezar Kir05.4517-08-2026
7Civîneke Leşkerî ya Urdunî, Sûrî û Îraqî bi Amadebûna Nûnerên Hêzên Pêşmerge Pêkhat 04.6211-08-2026
8Îran Destûrê Dide Keştîyên Petrolê yên Îraqê ji Tengava Hormuzê Derbas Bibin04.3622-08-2026
9Թրամփը հայտնում է՝ Իրանի հետ բանակցություններ չեն ընթանում, Թեհրանից էլ զգուշացնում են ԱՄՆ-ին05.7818-08-2026
10ئێران پیتاندنی یۆرانیۆم زیاتر دەکات لە نێوەندی نیگەرانییەکانی جیهاندا06.8327-02-2025

Классификация: Международные. Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 5.93. Источник: www.dengeamerika.com.