Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Şam û Bexda Dosyaya Girtîyên DAIŞ'ê yên li Îraqê Gotûbêj Dikin

Дата публикации: 13-08-2026 14:57:19

Wezîrê Dadê yê Sûrîyê Mezher El-Weîs îro roja Pêncşemê pêşwazîya şandeke Îraqê bi seroktîya Fayiq Zeydan, Serokê Civata Bilind a Dadwerî ya Îraq kir.
Zeydanو got ku têkiliyên Sûrî û Îraqê di demên dawî de di çend waran de, bi taybetî di warên aborî û ewlehiyê de, pêşketin hene û başti bûne.
Ji alîyê xwe ve Wezîr El-Weîs, got ku ew hêvîdare ev pêşketin bi hevkariyeke mezintir di warên dadwerî û qanûnî de were temamkirin û kanalên têkilî û hevkarîyê di navbera saziyên dadê yên her du welatan de bihêztir bibin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îraqî, serdana Zeydan "ji bo lêkolîna hejmarek dosyeyan e, di nav de dosyaya rêxistina terorîst a DAIŞê ku ji bo zindanên Îraqê hatiye veguhastin, pêk hat."
Hejayî gotinê ye Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê Admîral Brad Cooper li vê heftîyê veguhestina zêdetirî 5,700 girtiyên DAIŞê ji Sûriyê bo Îraqê, ragehand bû.
Pisporê yasayê Elî Temîmî gote Dengê Amerîkayê, endamên DAIŞê yên ku ji Sûriyê anîne Îraqê, an jî li Sûriyê tawanên li dijî Îraqê kirine, li gorî qanûnên Îraqê tên dadgehkirin.
El-Temîmî herwiha diyar dike ku di nav girtiyên DAIŞê yên li girtîgehên Îraqê de divê cudahî bê kirin: kesên ku biryara dawî ya dadgehê li ser hatiye dayîn, û kesên ku hîn nehatine dadgehkirin.
Wî got ku di haleta kesên ku li dijî wan belgên temam nînin an tawanek li ser wan nehatiye îsbatkirin, biryara dawî di destê dadgeha lêkolînê de ye.
Li gorî çavkaniyên Sûrî, Îraq û Sûriye nêzîkî îmzekirina peymaneke hevpar in ku dê rêxistina veguhestin û dadgehkirina girtîyên Sûrî yên li girtîgehên Îraqê pêk bîne.
Heman çavkanî dibêjin ku hemahengiya dadgehî ya di navbera Bexda û Şamê de dê li ser kontrola ewlehiyê ya sînorên hevpar û şopandina komên çekdar jî bê xurtkirin.

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Îraq Kampa Malbatên DAIŞ'ê ku ji Holê Hatine Digire05.326-08-2026
2Civîneke Leşkerî ya Urdunî, Sûrî û Îraqî bi Amadebûna Nûnerên Hêzên Pêşmerge Pêkhat 04.6211-08-2026
3Sûrîyê Dibêje Danûstandinên bi Îsraîlê re dê Nêzîk Dest pê Bikin04.7623-08-2026
4Bandora Cezayên Amerîka yên Dijî Îranê li ser Aborîya Îraqê 03.8420-08-2026
5Çima Herêma Kurdistanê Armanca Berdewam a Êrîşên Îranê ye?05.7817-08-2026
6Şeri' ji bo Rakirina Navê Sûrîyê ji Lîsteya Terorê Spasîya Amerîkayê Dike04.4925-08-2026
7Îraq û Tirkîyê li ser Vegerandina Pereyên Gendelîyê li Hev Kirin05.0416-08-2026
8Mesrûr Barzanî Êrîşa Îranê ya Ser Ofîsa Wî Şermezar Kir05.4517-08-2026
9Amerîka 10 Milyon Dolar bo Agahîyên ser Hackerên Îranê Terxan Dike05.9820-08-2026
10Civîna Hewlêr û Bexdayê Derbarê Opozîsyona Kurdî ya Îranê04.2315-08-2026

Классификация: Международные. Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 6.96. Источник: www.dengeamerika.com.