Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Es'ed Şîbanî ragihand, ku welatê wî li bendê ye ku danûstandinên bi Îsraîlê re di demeke nêzîk de dîsa dest pê bikin.
Ev danûstandin dê li ser peymaneke ewlehîyê bin. Sûrîyê hêvî dike ku ev peyman bibe sedema vekişîna Îsraîlê ji axa Sûrîyê.
Şîbanî bang li Îsraîlê kir ku ji vê 'derfeta dîrokî' sûd werbigire û tekez kir ku derîyê dîplomasîyê vekirî ye.
Axaftina Şîbanî di hevpeyvîneke ligel ajansa 'Reuters' de li Şamê doh Şemîyê hate kirin. Ev daxuyanî piştî çend rojan ji êrîşa esmanî ya Îsraîlê li ser bingeha Ebu El-Zuhûr a leşkerî li Sûrîyê hatin.
Wezîr Şîbanî tekez kir ku armanca herî sereke ya Sûrîyê rawestandina êrîşên Îsraîlê ye. Her wiha diyar kir ku pêwîst e gavên praktîkî ji bo avakirina pêbawerîyê di navbera herdu alîyan de bên avêtin.
Hêjayî gotinê ye ev zêdetirî salekê ye ku Washington hewl dide ku di navbera Îsraîl û hikûmeta Serokê Sûrîyê Ehmed Şeri', ku hevalbendekî nû yê Amerîkayê ye li Rojhilata Navîn, peymanek ewlehîyê çêbike.
Wezîrê Derve yê Sûrîyê got, “Piştî şerê Îran û Îsraîlê, danûstandin hatin cemidandin. Em hêvî dikin ku ev danûstandin di demeke nêzîk de dîsa dest pê bikin da ku em vê mijarê temam bikin.”
Lê wî berdewam kir û got, “Em niha ji Îsraîlê re bawer nakin. Li gorî danûstandinên ku em pê re dikin, ti bawerî niha nîne.' Wî da xuyakirin ku têkilî piştî êrîşa esmanî ya li ser bingeha leşkerî hatin qutkirin. “
Şîbanî her wiha got, “Divê têkiliyek hebe, bi taybetî bi alîyekî ku timî ewlehîya Sûrîyê tehdîd dike. Lê eger ev têkilî ti encamê nede, em bi tu rengî vê têkilîyê naxwazin.“
| # | Наименование новости | Тональность | Информативность | Дата публикации |
|---|---|---|---|---|
| 1 | Amerîka Têkiliyan bi Îsraîl, Sûrîye û Tirkîyê re Berdewam Dike Daku Rê Li Ber Aloziyan Bigire | 0 | 4.72 | 26-08-2026 |
| 2 | Tom Barack: Êrîşên Îsraîlê li ser Sûriyê Tengzariya Herêmê Zêde Dike | 0 | 5.33 | 18-08-2026 |
| 3 | Hikûmeta Sûriyê Dibêje Keristeyên Navokî ji Axa Sûrîyê Dernakevin | 0 | 4.05 | 18-08-2026 |
| 4 | Şeri' ji bo Rakirina Navê Sûrîyê ji Lîsteya Terorê Spasîya Amerîkayê Dike | 0 | 4.49 | 25-08-2026 |
| 5 | Şam û Bexda Dosyaya Girtîyên DAIŞ'ê yên li Îraqê Gotûbêj Dikin | 0 | 6.96 | 13-08-2026 |
| 6 | NY Bang li Sûrîyê Dike ku Ewlekarîya Xwendekarên Suweydayê Misoger Bike | 0 | 4.46 | 29-08-2026 |
| 7 | Barrack: Amerîka bo Kêmkirina Girjîyan di Navbera Tirkîyê, Îsraîl û Sûriyê de Navbeynkarîyê Dike | 0 | 4.1 | 19-08-2026 |
| 8 | Îran Têkilîya bi Medya Amerîkî û Îsraîlî re Wek Tawan Dibîne | 0 | 5.04 | 16-08-2026 |
| 9 | Behrêynê Êrîşa Îranê ya Dijî Keştîyekê li Tengava Hormuzê Şermezar Dike | 0 | 4.74 | 15-08-2026 |
| 10 | Îranê li Bajarê Kerecê Girtîyekî din Sêdare Kir | 0 | 5.62 | 16-08-2026 |