Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Hikûmeta Sûriyê Dibêje Keristeyên Navokî ji Axa Sûrîyê Dernakevin

Дата публикации: 18-08-2026 15:54:18

Hikûmeta Sûriyê roja Sêşemê ragihand ku bermaye û keristeyên navokî dê li ser axa Sûriyê bimînin û ji bo mebestên aştiyane werin karanîn.
Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Es'ed Şîbanî got, " bermaye û keristeyên pêtivî bo çêkirna çekê navokî ku li welêt hatine vedîtin wê li wir bimînin."
Di konferenseke rojnamevanî ya hevbeş de bi Rafael Grossi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Navokî (IAEA) re, Şîbanî got ku keristyên çekên navkî yên ku ji serdema rejîma Beşar Esed li ser axa welêt hatine dîtin, li jêr kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyê de dimînin.
Şîbanî got ew keriste, dê ji alîyê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Navokî (IAEA) ve, vekolînên hewce liser bêne encam dan.
Piştî ketina rijêma Beşar Esed, ji sala 2024ê ve, bermaye û keristeyên navokî li Sûriyê hatine dîtin, li gor Reuters, destheladarên nû yên Sûriyê di amade ne di dosyeya wan keristeyan de hevkarîyê bi ajansa IAEA re bikin, da ku rêçareyeke temam bibînin.
Grossi got ew ji alîyê karbidestên nû yên Surya ve derabrê vedîtina wan keristeyan li cihîkî veşartî hatine haydar kirin.
Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî Desteya Enerjîya Navokî ya Sûrîyê, ragihand bû ku hevkariya Şamê bi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Navokî (IAEA), Amerîkayê û welatên dost re berdewam e, ji bo çareserkirina mîrata rejîma berê, çalak kirina endamtiya tam a Sûriyê di ajansê de û piştgirîkirina bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî.

Основное содержимое страницы с новостью.

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Sûrîyê Dibêje Danûstandinên bi Îsraîlê re dê Nêzîk Dest pê Bikin04.7623-08-2026
2Şeri' ji bo Rakirina Navê Sûrîyê ji Lîsteya Terorê Spasîya Amerîkayê Dike04.4925-08-2026
3NY Bang li Sûrîyê Dike ku Ewlekarîya Xwendekarên Suweydayê Misoger Bike04.4629-08-2026
4Muftîyê Berê yê Sûrîyê bi Zîndana Hetahetayê Hat Cezakirin04.7624-08-2026
5Mezlûm Ebdî Hilweşandina HSD Radigihîne04.925-08-2026
6Ebdî: Derxistina Sûrîyê ji Lîsta Terorê Rê li ber Qonaxeke Nû Vedike04.7625-08-2026
7В МИД Сирии заявили о предоставлении МАГАТЭ доступа к ядерному объекту010.9218-08-2026
8سەیف ڕەعد: ئێران دانوستاندن ناکات و خۆی بۆ شەڕ ئامادە دەکات06.0813-03-2025
9پسپۆڕ: تاران و ئانکەرە سوریا دەکەنە قوربانیی بۆ هەژمونەکانیان05.6207-03-2025

Классификация: Международные. Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 9. Тональность: 0. Информативность: 4.05. Источник: www.dengeamerika.com.