Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

NY Bang li Sûrîyê Dike ku Ewlekarîya Xwendekarên Suweydayê Misoger Bike

Дата публикации: 29-08-2026 12:57:44

Nûnertîya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûrîyê pêşwazî li biryara hikûmeta demkî kir derbarê pêkanîna ezmûnên taybet ji bo xwendekarên parêzgeha Suweydayê, di demekê de ku ew bang li Şamê dike ku ewlekarîya xwendekaran misoger bike.
Hefteya borî, Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el-Seri' Fermaneke Serokatîyê da, tê de rê dide xwendekarên qonaxên seretayî û amadeyî ku ji parêzgeha Suweydayê ku beşdarî ezmûnên taybet bibin da ku xwenda xwe biqedînin.
Ezmûnên taybet ên girêdayî xwendekarên Suweydayê îro Şemîyê pêk hatin. Lê NY gotibû ku ew derbarê pêşketinên li parêzgeha ku piranîya rûniştvanên wê Durzî ne, xembar e. Hinek raport dibêjin ku xwendekar rastî astengîyan li navendên ezmûnan hatine.
Di daxuyanîya xwe de, NY got ku ew "dupat dike ku mafê her zarokekî heye ku perwerdeyê bibîne û divê karibe fêr bibe, pêş bikeve û ezmûnên xwe di jîngeheke ewle, aram û piştgir de bike."
NY bang li hemû alîyên peywendîdar kir ku piştrast bikin piştgirîya zarokan bikin da ku mafê xwe yê perwerdeyê bikar bînin.
Ji dema şer û pevçûnên Tîrmeha sala borî ve di navbera hêzên hikûmeta demkî û ên Durzîyan de, gelek alozîyên ewlekarî derketine holê, di nav de jî yên girêdayî ewlekarîya xwendekarên parêzgehê.

Основное содержимое страницы с новостью.

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Sûrîyê Dibêje Danûstandinên bi Îsraîlê re dê Nêzîk Dest pê Bikin04.7623-08-2026
2Ebdî: Derxistina Sûrîyê ji Lîsta Terorê Rê li ber Qonaxeke Nû Vedike04.7625-08-2026
3Nêçîrvan Barzanî Piştgirî Dide Tevlîbûna HSD'ê ya bi Hikûmeta Sûrîyê re04.7627-08-2026
4Hikûmet û Opozisyona Tirkîyê Pêşwazîyê li Hilweşandina HSD’ê Dikin08.3127-08-2026
5Muftîyê Berê yê Sûrîyê bi Zîndana Hetahetayê Hat Cezakirin04.7624-08-2026
6Şeri' ji bo Rakirina Navê Sûrîyê ji Lîsteya Terorê Spasîya Amerîkayê Dike04.4925-08-2026
7Hikûmeta Sûriyê Dibêje Keristeyên Navokî ji Axa Sûrîyê Dernakevin04.0518-08-2026
8Türkmenistanda etiň gymmatlamagy nägileligi güýçlendirýär, Lebapda ýaşaýjylar etrap häkimliklerine üýşýär07.2303-08-2026
9Dura-taa’aan ABUT Dabre-Tsiyoon Gebre-Mikaa’el Kufaatii Hooggansa Dhaabichaa Mudate Furuuf, Yaa’iin Waliigalaa Barbaachisaa Tahuu Dubbatan010.9812-08-2024
10Esgerler gowaça otagyna çekilýär, yssy howada kanal suwuny içen ýigitler keselleýär08.105-08-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 4.46. Источник: www.dengeamerika.com.