Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Ebdî: Derxistina Sûrîyê ji Lîsta Terorê Rê li ber Qonaxeke Nû Vedike

Дата публикации: 25-08-2026 15:13:07

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî biryara derxistina Sûrîyê ji lîsteya welatên piştgirên terorê ji alîyê Amerîkayê ve pîroz kir.
Ebdî îro Sêşemê li ser platforma X'ê ragihand ku ev biryar gaveke girîng e ji bo serrastkirina têkilîyên navnetewî û rê li ber qonaxeke nû ya aramî, pêşketin û xebata ji bo siberoja Sûrîyê vedike.
Fermandarê HSD'ê herwiha got ku ev biryar dikare bibe destkeftek ji bo pêkanîna hêvîyên gelê Sûrîyê di warê ewlehî, aştî û geşepêdanê de.
Ji alîyê xwe ve, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) derbarê biryara rakirina navê Sûrîyê ji lîsteya welatên piştgirên terorê daxuyaniyek da û pêşwazî li vê gavê kir.
ENKS'ê got ku ji bo sûdwergirtina ji vê biryarê, divê Sûrîyê bilez ber bi avakirina dewleteke demokratîk û ne-navendî ve biçe, serdestîya qanûnê were bihêzkirin û mafên neteweyî yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên Sûrîyê di destûrê de bêne parastin, li ser bingeha wekhevî û hevparîya niştimanî.
ENKS'ê herwiha tekez kir li "amadekirina mercan ji bo vegera penaber û koçberan bi rengekî ewle, bi rûmet û dilxwazî, û pêşkêşkirina alîkarîyê ji wan re, di nav de koçberên Serê Kanîyê û Girê Sipî, û berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê û tundrêbûnê."

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Mezlûm Ebdî Hilweşandina HSD Radigihîne04.925-08-2026
2Nêçîrvan Barzanî Piştgirî Dide Tevlîbûna HSD'ê ya bi Hikûmeta Sûrîyê re04.7627-08-2026
3Şeri' ji bo Rakirina Navê Sûrîyê ji Lîsteya Terorê Spasîya Amerîkayê Dike04.4925-08-2026
4Hikûmet û Opozisyona Tirkîyê Pêşwazîyê li Hilweşandina HSD’ê Dikin08.3127-08-2026
5Tom Barrack Derabrê Tevlîbûna HSD'ê ya Dewleta Sûrî: "Bûyerek Dîrokî Jêhatî" Ye05.0425-08-2026
6Îraq Kampa Malbatên DAIŞ'ê ku ji Holê Hatine Digire05.326-08-2026
7Macron Pesna Tevlêbûna HSD’ê li Nav Dewleta Sûrîyê Dide04.7626-08-2026
8NY Bang li Sûrîyê Dike ku Ewlekarîya Xwendekarên Suweydayê Misoger Bike04.4629-08-2026
9وەرچەرخانی سەرهەڵدانە سیڤیلییەکان بۆ ئاینیی، سوریا بە نمونە06.2406-12-2024
10Muftîyê Berê yê Sûrîyê bi Zîndana Hetahetayê Hat Cezakirin04.7624-08-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 4.76. Источник: www.dengeamerika.com.