Dîlomatê Amerîkayê Tom Barrack, nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Sûriyê, pêşwaziya tevlîbûna hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD)ê bi saziyên dewleta Sûriyeyê re kir û ev gav wekî “dîrokî” binav kir.
Tom Barrack roja Sêşemê, 25ê Tebaxa 2026ê, di platforma “X”ê de ragihand ku plana domdar a Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn bûye sedema ku derfet ji bo avakirina Sûrîyeke yekgirtî ya ji bo hemûyan çêbibe.
Wî got: “Rêberiya dûrîbîn a Serok Trump rê li ber tevlîbûna rêkûpêk a HSD’ê bi saziyên dewleta Sûriyeyê re vekir; ev jî cudahiyên berê veguherandin hevkariyeke domdar.”
Barrack herwiha got ku nasîna mafên zimanê Kurdî di pêvajoya perwerdehiyê de û dayîna pileyên girîng ji bo Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di hundirê hukûmeta Sûriyeyê de, rêzgirtine ji rêberî û fedakariya gelê Kurd û ji rola wan a avaker di parastina aramîya herêmê de ye.
Di dawiya peyama xwe de, Tom Barrack tekez kir ku ev modela rastîn a tevlîbûnê ye û got: “Ev ne pêvajoyeke serketî yan windaker nîşan dide, belkî gihîştina çareseriyeke dîplomatîk e ji bo xurtkirina serweriya dewletek yekgirtî.”
Hêjayî gotinê ye ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro Sêşemê hilweşandina HSD'ê, Rêveberîya Xweser, hemû hêzên leşkerî û sivîl ên girêdayî wê, û tevlêbûna wan a tevahî bi sazîyên dewletê re ragihand.
| # | Наименование новости | Тональность | Информативность | Дата публикации |
|---|---|---|---|---|
| 1 | Tom Barack: Êrîşên Îsraîlê li ser Sûriyê Tengzariya Herêmê Zêde Dike | 0 | 5.33 | 18-08-2026 |
| 2 | Piştî Êrîşa Îsraîlê li Sûrîyê, Barack Banga Domandina Diyalogê Dike | 0 | 5.93 | 22-08-2026 |
| 3 | Barrack: Amerîka bo Kêmkirina Girjîyan di Navbera Tirkîyê, Îsraîl û Sûriyê de Navbeynkarîyê Dike | 0 | 4.1 | 19-08-2026 |
| 4 | Şeri' ji bo Rakirina Navê Sûrîyê ji Lîsteya Terorê Spasîya Amerîkayê Dike | 0 | 4.49 | 25-08-2026 |
| 5 | Mezlûm Ebdî Hilweşandina HSD Radigihîne | 0 | 4.9 | 25-08-2026 |
| 6 | Ebdî: Derxistina Sûrîyê ji Lîsta Terorê Rê li ber Qonaxeke Nû Vedike | 0 | 4.76 | 25-08-2026 |
| 7 | Nêçîrvan Barzanî Piştgirî Dide Tevlîbûna HSD'ê ya bi Hikûmeta Sûrîyê re | 0 | 4.76 | 27-08-2026 |
| 8 | Serok Trump: Ger Pêwîst be, Ez ê Sed Carên Din Êrîşî Îranê Bikim | 0 | 5.45 | 21-08-2026 |
| 9 | Amerîka Têkiliyan bi Îsraîl, Sûrîye û Tirkîyê re Berdewam Dike Daku Rê Li Ber Aloziyan Bigire | 0 | 4.72 | 26-08-2026 |
| 10 | کورد لە پەیوەندییەکانی نێوان ترامپ و ئەردۆغاندا | 0 | 6.56 | 17-01-2025 |