Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Îraq û Sûriyê, Tom Barrack, îro roja Sêşemê ragihand ku ew ji êrîşên esmanî yên Îsraîlê li ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zihûr a leşkerî li Sûriyê pir nîgeran e.
Barrack li ser platforma Xê got ku ev êrîş wekî "aloziyeke nepêwîste" tê dîtin ku ewlehî û aramiya herêmê têk dide.
Wî diyar kir ku hikûmeta Ehmedf Şer‘i li dijî Îsraîlê helwesteke êrîşkar nîşan nedaye. Li gorî Barrack, hikûmeta Sûriyê gelek caran xwesteka kêmkirina tengezariyê bi Îsraîlê re nîşan daye.
Balyoz Barrack herwiha got ku Amerîka berê mazuvanî kiriye û dê di paşerojê de jî ji bo handana dîyaloga dîplomatîk mazuvaniya gotûbêjan bike, da ku her du welat li şûna şer û pevçûnê leşkerî, bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Wezareta Derve ya Sûriyê jî, di daxuyaniyekê de li ser platforma Xê, got ku ew bi tundî êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên li ser balafirgeha leşkerî li parêzgeha Îdlibê şermezar dikin û wan wekî êrîşeke neheq, binpêkirineke eşkere ya serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyê, û gurbûneke metirsîdar ku gefê li ewlehî û aramiya herêmê dike, dibîne.
Ji alîyû xwe ve Wezîrê Derve Ese'd El-Şîbanî, tekez li ser "serweriya Sûrîyê kir û daxwaz kir bilez hemû binpêkirin û êrîşên Îsraîlê rawestin."
Li gorî ِajansa Reutersê, Îsraîlê heşt êrîşên esmanî birine ser balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zihûr, û çavkaniyek leşkerî û yeke sivîl ji herêma bûyerê ragihandin ku ti qurbanî çênebûne. Artêşa Îsraîlê red kir ti daxuyanîyan bidin derbarê van êrîşan.
| # | Наименование новости | Тональность | Информативность | Дата публикации |
|---|---|---|---|---|
| 1 | Piştî Êrîşa Îsraîlê li Sûrîyê, Barack Banga Domandina Diyalogê Dike | 0 | 5.93 | 22-08-2026 |
| 2 | Barrack: Amerîka bo Kêmkirina Girjîyan di Navbera Tirkîyê, Îsraîl û Sûriyê de Navbeynkarîyê Dike | 0 | 4.1 | 19-08-2026 |
| 3 | Tom Barrack Derabrê Tevlîbûna HSD'ê ya Dewleta Sûrî: "Bûyerek Dîrokî Jêhatî" Ye | 0 | 5.04 | 25-08-2026 |
| 4 | Amerîka Têkiliyan bi Îsraîl, Sûrîye û Tirkîyê re Berdewam Dike Daku Rê Li Ber Aloziyan Bigire | 0 | 4.72 | 26-08-2026 |
| 5 | Sûrîyê Dibêje Danûstandinên bi Îsraîlê re dê Nêzîk Dest pê Bikin | 0 | 4.76 | 23-08-2026 |
| 6 | Şeri' ji bo Rakirina Navê Sûrîyê ji Lîsteya Terorê Spasîya Amerîkayê Dike | 0 | 4.49 | 25-08-2026 |
| 7 | Barzanî Daxwaza Sîstema Berevaniya Esmanî ya li dijî Êrîşên Dronan Dike | 0 | 4.74 | 20-08-2026 |
| 8 | Nêçîrvan Barzanî Piştgirî Dide Tevlîbûna HSD'ê ya bi Hikûmeta Sûrîyê re | 0 | 4.76 | 27-08-2026 |
| 9 | Вашингтон назвал удары Израиля по Сирии ненужной эскалацией | 0 | 8.4 | 18-08-2026 |