Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Amerîka Têkiliyan bi Îsraîl, Sûrîye û Tirkîyê re Berdewam Dike Daku Rê Li Ber Aloziyan Bigire

Дата публикации: 26-08-2026 15:20:15

Wezareta Derve ya Amerîkayê piştrast kir ku Washington bi Îsraîl, Tirkîyê û Sûriyê re di nava danûstandinan de ye û tekez kir ku ji bo pêşîgirtina li alozî û xirabûna rewşê, diyalog û nermbûn rêya herî rast in.
Di bersiveke ji bo rojnameya Me'ariv de, berdevkekê Wezareta Derve anî ziman ku " Serokê Amerîkayê Donald Trump nêrînên xwe yên zelal ji bo Rojhilata Navîn a geş û Sûrîyeke aram ku di nava aştiyê de bi xwe û cîranên xwe re bijî, pêşkêş kiriye. Em bi Îsraîl, Tirkîyê û Sûriyê re di nava pêwendiyê de ne."
"Serkirdatiya Serok Trump li Rojhilata Navîn rê da ji bo lidarxistina danûstandinên berhemdar ku balê dikişînin ser rêzgirtina serwerî û aramiya Sûriyê, û piştgiriya ji bo mafê Îsraîlê di parastina xwe de li dijî gefên ewlehiyê, û xurtkirina geşedanê ji bo her du welatan," Berdevkê Wezareta Derve got.
Li gor rojnameya The Jerusalem Post Pêwendiyên Amerîkayê bi rêya gelek kanalên dîplomatîk bi hevdemî li gel Quds, Şam û Enqerê tên meşandin, bi armanca ku rê li ber veguherîna aloziyên dawî bo şerekî berfireh bihê girtin.
Hêjayî gotinê ye di vê hefteyê de pêwendiyên rasterast di navbera Îsraîl û Sûriyê de hpêkhatin dema Serokê Mûsadê Roman Gofman li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed Şîbanî bi piştgîrîya Amerîkayê li Urdinê civîya.
Ev hewldanên dîplomatîk piştî aloziyên derketîn li ser êrîşa Îsraîlê ya li ser bingeha Ebû Zihûr ya esmanî û nîgeranîya ji bo kombûneke leşkerî ya Tirkîyê li Sûriyê.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlî Israel Katz gotibû ku êrîş li ser bingeha "agahiyên îstîxbaratê yên zelal" bû ku bi Amerîkiyan re jî hatibûn parvekirin.

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Barrack: Amerîka bo Kêmkirina Girjîyan di Navbera Tirkîyê, Îsraîl û Sûriyê de Navbeynkarîyê Dike04.119-08-2026
2Sûrîyê Dibêje Danûstandinên bi Îsraîlê re dê Nêzîk Dest pê Bikin04.7623-08-2026
3Trump Raportekê Derbarê Zindanîyên Îranê bo Duwem Car Parve Dike04.6222-08-2026
4Serok Trump: Ger Pêwîst be, Ez ê Sed Carên Din Êrîşî Îranê Bikim05.4521-08-2026
5Tom Barack: Êrîşên Îsraîlê li ser Sûriyê Tengzariya Herêmê Zêde Dike05.3318-08-2026
6Axios: Barzanî Navbeynkarê Amerîka û Fermandarê Pasdarên Îranê Bûye05.6216-08-2026
7Şeri' ji bo Rakirina Navê Sûrîyê ji Lîsteya Terorê Spasîya Amerîkayê Dike04.4925-08-2026
8Donald Trump: Divê Îran Ala Sipî Hilde06.2217-08-2026
9Îran Têkilîya bi Medya Amerîkî û Îsraîlî re Wek Tawan Dibîne05.0416-08-2026
10کورد لە پەیوەندییەکانی نێوان ترامپ و ئەردۆغاندا06.5617-01-2025

Классификация: Международные. Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 4.72. Источник: www.dengeamerika.com.