Dadgeha Cezayan a Çaremîn li Şamê îro Duşemê muftîyê berê yê Sûriyê, Ehmed Bedredîn Hesûn, bi zîndana heta hetayê ceza kir.
Hesson ji ber tawanên ku di serdema desthilatdarîya Beşar Esed de hatine kirin, di nav de handana tundûtûjîyê, piştgirîkirina kuştinê û karanîna desthilata xwe bo xizmeta tundûtûjîyê.
Dadgehê herwiha got ku Hesûn û sazîya olî ya fermî ya ku wî serokatîya wê dikir di serdema rejîma berê de ji bo tundûtûjîyê û operasyonên leşkerî û ewlehîyê piştgirîya olî û moralî dabûn. Di nav opozisyona Sûrîyê de Hesûn bi navê “Muftîyê bermîlan” jî dihat nasîn.
Wezareta Dadê ya Sûrîyê li ser platforma X'ê got ku biryara cezakirinê, li gorî rêbazên qanûnî, hat dayîn.
Fedil Ebdulxenî, rêveberê Tora Sûrîyê ya Mafên Mirov û lêkolînerê doktorayê di yasaya tawanan a navneteweyî de, gote Dengê Amerîka ku Tora Sûrîyê ya Mafên Mirov, di vê dozê de beşdar bûye û belge û pêzanînên girêdayî daxuyanên Hesûn radestî dadgehê kirine.
Wî herwiha bang kir ku hemû kesên ku li dijî wan belgên berpirsiyarîyê hene, bêyî ku post û pileya wan çi be, bêne lêpirsînkirin û got ku dadmendîya rastîn divê li ser eşkerekirina rastîyê, cezaya kesane û serwerîya qanûnê were avakirin.

| # | Наименование новости | Тональность | Информативность | Дата публикации |
|---|---|---|---|---|
| 1 | Mezlûm Ebdî Hilweşandina HSD Radigihîne | 0 | 4.9 | 25-08-2026 |
| 2 | Nêçîrvan Barzanî Piştgirî Dide Tevlîbûna HSD'ê ya bi Hikûmeta Sûrîyê re | 0 | 4.76 | 27-08-2026 |
| 3 | Hikûmet û Opozisyona Tirkîyê Pêşwazîyê li Hilweşandina HSD’ê Dikin | 0 | 8.31 | 27-08-2026 |
| 4 | NY Bang li Sûrîyê Dike ku Ewlekarîya Xwendekarên Suweydayê Misoger Bike | 0 | 4.46 | 29-08-2026 |
| 5 | Ebdî: Derxistina Sûrîyê ji Lîsta Terorê Rê li ber Qonaxeke Nû Vedike | 0 | 4.76 | 25-08-2026 |
| 6 | Şeri' ji bo Rakirina Navê Sûrîyê ji Lîsteya Terorê Spasîya Amerîkayê Dike | 0 | 4.49 | 25-08-2026 |
| 7 | Welatîyekî Tirk bi Tawana Alîkarîya Hemasê li Brîtanyayê Hat Girtin | 0 | 5.6 | 01-08-2026 |
| 8 | Hikûmeta Sûriyê Dibêje Keristeyên Navokî ji Axa Sûrîyê Dernakevin | 0 | 4.05 | 18-08-2026 |
| 9 | Macron Pesna Tevlêbûna HSD’ê li Nav Dewleta Sûrîyê Dide | 0 | 4.76 | 26-08-2026 |
| 10 | Îraq û Tirkîyê li ser Vegerandina Pereyên Gendelîyê li Hev Kirin | 0 | 5.04 | 16-08-2026 |