Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Macron Pesna Tevlêbûna HSD’ê li Nav Dewleta Sûrîyê Dide

Дата публикации: 26-08-2026 17:53:05

Serokê Fransayê Emmanuel Macron pîrozbahî li Sûrîyê kir piştî ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi “aştîyane tevlî dewleta Sûrîyê bibin.”
Daxuyanîya Macron a li ser platforma X’ê, îro Çarşemê piştî ku Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî hilweşandina HSD’ê ragihand, hat. Macron pesna pabendbûna Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed El- Şeri' da. Wî herwiha spasîya Ebdî û HSD’ê kir ku di vê mijarê de bi berpirsyarî tevgerîyan.
Macron herwiha bal kişand ser rola Fransayê di piştgirîya vê pêngavê de û eşkere kir ku Fransa wê ji nêz ve bişopîne ka ev peyman çawa tê cîbicîkirin.
Serokê Fransayê herwiha got ku welatê wê alîkarîya veguhestina li Sûrîyê bike, lê divê yekîtî û serwerîya Sûrîyê bê parastin.
Wezareta Derve ya Fransayê jî pîrozbahî li ragihandina hilweşandina HSD’ê kir û diyar kir ku ev gaveke girîng e da ku Sûrîye bibe yek dewlet, serbixwe bibe û mafê her kesî biparêze.

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Mezlûm Ebdî Hilweşandina HSD Radigihîne04.925-08-2026
2Nêçîrvan Barzanî Piştgirî Dide Tevlîbûna HSD'ê ya bi Hikûmeta Sûrîyê re04.7627-08-2026
3Ebdî: Derxistina Sûrîyê ji Lîsta Terorê Rê li ber Qonaxeke Nû Vedike04.7625-08-2026
4Şeri' ji bo Rakirina Navê Sûrîyê ji Lîsteya Terorê Spasîya Amerîkayê Dike04.4925-08-2026
5Hikûmet û Opozisyona Tirkîyê Pêşwazîyê li Hilweşandina HSD’ê Dikin08.3127-08-2026
6Tom Barrack Derabrê Tevlîbûna HSD'ê ya Dewleta Sûrî: "Bûyerek Dîrokî Jêhatî" Ye05.0425-08-2026
7Два взрыва прогремели в Дамаске у отеля, где остановился Макрон0707-07-2026
8اولین سفر رسمی ماکرون به دمشق پس از به قدرت رسیدن «احمد الشرع»0506-07-2026
9Макрон прибыл с визитом в Сирию0506-07-2026
10Reuters: Макрон прибыл с официальным визитом в Сирию0506-07-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 4.76. Источник: www.dengeamerika.com.